Parêzgerê Hesekê êrişa li dijî Lîwayê Qamişlo şermezar kir
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û Rêveberiya Herêma Qamişlo Cîhan Hesam bi peyamên cuda êrişa li dijî Lîwayê Qamişlo şermezar kirin.
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed êriş terorîstî bi nav kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwet.
Nûredîn Ehmed êriş tekez kir ku ewlehî û aramiya parêzgeha Hesekê û welatiyên wê xeta sor e.
Her wekî diyar kir ku, dê aliyên peywendîdar hûrgiliyên êrîşê eşkere bikin û êrişkaran ceza bikin.
Cîhan Hesam: Wê êrişkar were cezakirin
Rêveberiya Herêma Qamişlo Cîhan Hesam jî êriş şermezar kir.
Cîhan Hesam sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ewlehiya gel û herêmê berpirsyariyeke hevpare.
Rêveberiya Herêma Qamişlo Cîhan Hesam got, dê aliyên peywendîdar hûrgiliyên êrîşê eşkere bikin û berpirs werin ceza bikin.
Ronahi.tv
