• Saturday, 07 February 2026
logo

Parlementer Sara Dilşad: Îradeyeke bihêz a Serokwzîr Barzanî heye bo encamdana çaksaziyê

Gulan Media September 13, 2020 Nûçe
Parlementer Sara Dilşad: Îradeyeke bihêz a Serokwzîr Barzanî heye bo encamdana çaksaziyê
Parlementera Partiya Geşepêdana Turkmenan li Parlementoya Kurdistanê Sara Dilşad ragihand, berdewamiya proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê di dema qeyrana darayî û qeyrana vîrusa Koronayê de bûye. Sedema vê yekê jî diyar e ku îradeyeke bihêz a Serokwzîr Barzanî bo çaksaziyê heye.

Parlementera turkmen Sara Dilşad ji BasNewsê re axivî û ragihand yasaya çaksaziyê yek ji xeta girîng a kabîneya kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê ye û ji ber wê yasa tê cîbecîkirin. Herwiha Sara Dilşad dibêje cibîcîkirina yasayê çaksaziyê wê tesîreke wê hebe li ser rewşa xelkê Herêma Kurdistanê û aboriya Herêma Kurdistanê.

Herwiha Sara Dildaş behsa rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir di warê cîbicîkirina yasaya çaksaziyê de û got:” Îradeya çaksaziyê gelekî bihêz e û divê her were cîbicîkirin. Serokwezîr îradeyeke wî ya bihêz heye bo cîbicîkirina yasaya çaksaziyê. Pêwîste bo encamdanê em hemû piştevaniyê lê bikin û yasaya çaksaziyê têkelî nakokiyên siyasî nekein. Çunke yasa ya hemû xelkê Herêma Kudistanê ye. Hemû aliyên siyasî di kabineya nehem de beşdar in. “

Herwiha Sara Dildaş tekez jî dike divê parlemento çavdêriya çawaniya cîbicîkirina yasaya çaksaziyê bike û hikûmet jî her ji 3 mehan derbarê cîbicîkirina yasayê de raportan pêşkêşî hikûmetê bike.

Basnews
Top