Kerkûk- Erebên hawirde careka din xwestin dest dînin ser malên kurdan
Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dubizê Cewad Mihemed ji BasNewsê re axivî û da zanîn erebên hawirde careke din hewl da bi ser gundê Pelkaneyê de bigirin û dest dînin ser xanî û zeviyên gundiyan. Beramber wê hewla erebên hawirde xelkê gund jî xwe amade kiribûn ku rûberûyî wan bibin.
Herwiha Cewad Mihemed aşkere jî kir serokê hozeke ereb hewl dabû gelek çek bîne gund û hemû kurdên li gund heyî bi yekcarî ji nava gund derxe û niha rewş li gund aloz e.
Cewad Mihemed dibêje ew erebên hawirde li ser biryara parêzgarê li ser Kerkûkê hatiye sepandin Rakan Cibûrî hewl didin zevî û malên kurdan dagir bikin.
Basnews
