Zagon li Meclisê bi 467 dengan hat qebûlkirin
Pêşniyarnameya "Zagona Xurkirina Yekparekirina Civakî û Piştgiriya Milî" li Meclisa Tirkiyeyê bi 467 dengan hat qebûlkirin.
Zagona ku ji 12 xalan pêk tê ji serê sibê de li Meclisa Tirkiyeyê bû û xal bi xal dihat nîqaşkirin. Êvara 10'ê mehê dengdan çêbû; 467 mebûsî dengê erê bikar anî. 87 kesî ret kir û 7 kes jî bê alî man.
Piştî zagon li meclisê hat erêkinin Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtuluş li odeya xwe Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli, Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û Koma Yenî Yolê kir mêvan.
Serokê MHP'ê Bahçeli jî piştî erêkirinê got; "Bila bi xêr be."
Nava rojê li ser xalên zagonê yek bi yek nîqaş hatibûn kirin. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokê Yenî Partî Ozgur Ozel û nûnerên partiyên din li ser axivîbûn.
BAKIRHAN: QANÛNA YEKEM E KU KURD TEV LI HIQÛQÊ DIBIN
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan nava rojê li Meclisê axivî. Bakirhan got: “Niha şansek li pêşiya me ye ku em vê tekiliyê bi hiqûq û demorkasiyê mîsoger bikin" û wiha dom kir, "Rojên dîrokî werekiya siyasî dixwaze. Îro ev werekî li vê meclisê heye. Di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de xwişk-biratiya bi hezaran salan heye. Destûra bingehîn a 1921'ê rê li ber rêveberiyên herêmî vedikir. Lê piştrê ew yek xira bû. Şer êşen mezin ava kir. Sed sal berê kurd derveyî hiqûqê hatin hiştin. Ew qanûna çarçoveyî cara yekem ku kurd tev li hiqûqê dibin. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan roleke avakar lîst di vê pêvajoyê de.”
Bakirhan wisa got, "Ya ku gava yekem bi wate bike demokratîkbûyîn e. Piştî meha kewçêrê dema meclis vebû, divê em ji nû ve avakirineke nû ku hemû nasname, netew û baweriyên derveyî komarê mane pêk bînin. Gavên entegrasyona demokratîk û sereratkirinên qanûnî bên avetin. Aştî serkeftina hemû gelen Tirkiyeyê ye. Bi aştiyê êdî cenazeyên kesî nayên. Aborî dê bê xurtkirin. Helbet kemasiyên vê qanûnê hene. Daxwazên demokratîk wekî mafê zimanê dayikê, xwe rêveberiyê cih negirtine. Lê ew qanûna destpêkê ya ji bo vekirina deriyê siyaseta demokratîk e. Em ê ji vî derî derbas bibin û van kêmasiyan jî temam bikin. Divê hemû netew û bawerî bi awayekî azad karibin xwe ava bikin. Em welatekî ku hemû kes bikarin wekhev û azad bijîn dixwazin.”
OZEL: EMÊ BÊJIN ERÊ
Serokê Yenî Partiyê yê CHP'ê Ozgur Ozel jî di axaftina nava rojê de gotibû: “Em îro mijara kurd diaxivin. Mijara kurd ne tenê mijara terorê, berdana çekan û ewlehiyê ye. Mijara kurd mijara hemwelatiya wekhev, serdestbûna hiqûqê, siyaseta demokratîk û nûnertiya wekhev e. Ew mijar mijara 86 mîlyon a welatiyan e. Em xwediyê mîrateya avakirina komarê û temsîliyeta siyasetê ne. Aştiya civakî ne li dijî dewleta uniter e lê berovajî wê temam kirina wê ye. Li ser tirsê dewlet nikare bê avakirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê dewleta me xurt bike. Me tu carî bi berjewendiyên siyasî li vê mijarê nenêrî. Em her tim li cihê rast sekinin. Dûh me çi got em îro jî wê dibêjin. Divê ew mijar li ber çavê milet bi awayekî siyasî bê çareser kirin. Bi salan me ew yek parast."
Ozel got "Em li pêşiya aştiyê nasekinin" û got, “Em ê xwedî li aştiya ku desthilat jê direve derbikevin. Em ê ji bo vê qanûnê bêjin erê.”
Diyarname
