Di erdheja li Kolombiyayê de 132 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Kolombiyayê bi pileya 7.4 erdhej pêk hat.
Di encama erdhejê de 132 kes mirin, 570 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rayedarên herêmî, hejmara miriyên erdheja xurt a ku li rojavayê Kolombiyayê qewimî gihiştiye herî kêm 132 kesan.
Erdhej bi pileya 7.4 rû da û Desteya Lêkolîna Jeolojîk a Kolombiyayê da zanîn ku navenda erdhejê li nêzî San José del Palmar li herêma Chocó bû.
Erdhejê zirareke mezin çêkir, hejmarek avahî hilweşîn.
Desthilatan xebatên li 6 balafirgehên zirardîtî rawestandin.
Tîmên rizgarkirinê di nirxandina ziraran û lêgerîna welatiyan de dewam dikin.
Her wiha piştî erdhejê alîkariya navneteweyî kete rojevê.
Ronahi.tv
