Aştiya Behreyn û Îsrailê çawa deng veda!?
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, ev pêngav wekî "serdemeka nû ya aşitiyê" da nasîn. Netanyahû hêvî dike ku dê ev peyman xizmeta asayîbûna (normelbûna) rewşa herêmê bike.
Şîretkarê dîplomatîk yê Şahê Behreynê Xalid bin Hemed al Xelîfe dibêje, "Başkirina têkiliyên di navbera Îsrail û Behreynê de, ji bo ewlehî, aramî û pêşketina deverê baş e. Ev nameya aşitiyê ye ji bo gelê Îsraîlê ye. Her wiha Aştiya bi edalet a di navbera Îsraîl û Filîstînê de, ji bo feydeya rasteqîn a gelên deverê riya herî baş e."
Dewleteka ji peymana aşitiyê nerzanî Îran e. Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Hûseyîn Amir Abdulrahman vê peymanê wekî dijminahiya Filîstînê bi nav kir û got ev "hewleka qirêj" e.
Serokê Misrê Ebdûlfetah Sîsî dilxweşiya xwe anî ziman û pîrozbahî li şahê Behreynê Hemed bîn Îsa el Xelîfe kir.
Li gor daxûyaniya serokatiya Misrê Sîsî bi riya telefonê li gel El Xelîfe axaft. Sîsî, peymana Îsraîl û Misrê wekî gavekî dîrokî nirxand û got; "Ev pêngav deriyê aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn vedike. Dibe ku riyeke nû ji bo pirsa Filîstînê veke."
Her wiha, Serokê Emrîka Donald Trump li ser Twitterê daxûyaniyekê dide û dibêje, "Çerxeka nû ya dîrokî... Du dostên me yên mezin, Îsrail û Qraliyeta Behreynê li ser rêkeftina aştiyê pêk hatin. Ev dewleteka din a Erebî ye ku di 30 rojên dawî de li gel Îsraîlê peyman çêkir."
K24
