Fermandarekî Pêşmerge: Li Kerkûkê milîs bi şev DAIŞin û roj jî Heşdî ne!
Heme Rêgir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ti hêzekî cîhê hêza Pêşmerge de bibe alternatif tine ku bikare bê cudayî xelkê biparêze. Belge jî ev e çend sal bû Pêşmerge li sînorê Kerkûkê bû, jiyana hemû pêkhateyan parastî bû. rojek ji rojan dema ku Pêşmerge li wî sînorî bûn erebek derneket û bibêje û jê re nehate gotin gundê xwe vala bike.’’
Herwaha got: ‘’Lê naha hemû hêzên Iraqê kar li ser wê yekê dikin ku kurdan ji deverê derbixin û zeviyên jî bidin erebên ku anîne herêmê. Ev bû sê sal rewşa xelkê baş nîne, bi taybet jî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê yên derdora Kerkûkê, ev yek jî bo ku kurd navçeyê vala bikin tê kirin.’’
Navborî got li Kerkûkê şaneyên veşartî yên DAIŞê tejî ne. Ew kampên ku kesûkarên çekdarên DAIŞê lê ne û rewşa naha ya Kerkûkê derfeta zêdetir bo wan çêdike û naha DAIŞî hene ku xelkê Hewîce û Ebasiye û Reşad in. Bere her li nav Hewîce çekdarên DAIŞê bûn, lê naha bi rêya serokên eşîretan ve ew kirine çekdarên Heşdî Eşîretan û naha desthilat û çekên wan hene. Ji ber wê jî ew bi roj Heşdî ne û bi şev jî DAIŞî ne. Heta Pêşmerge nevegere navçeyê rewş asayî nabe.
Basnews
