• Saturday, 07 February 2026
logo

Kazimî: Serdana min bo Herêma Kurdistanê serkeftî bû

Gulan Media September 12, 2020 Nûçe
Kazimî: Serdana min bo Herêma Kurdistanê serkeftî bû
Serokwezîrê Iraqê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê bi dawî kir. Mistefa Kazimî ji Kurdistan24ê re ragihand ku serdana wî ji bo rêkeftin û hemahengiya navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî bû.

Mistefa Kazimî di civîna aliyên siyasî de li Silêmaniyê ragihand; Iraq îro li hember derfeteke dîrokî ye ji bo derbasbûna ji temamê kêşeyên berê, pêwîstiya vê rewşê jî bi rêkeftinê heye, ji bo avakirina sîstemeke îdarî bi şêwazeke baştir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja pêncşemê 10ê Îlona 2020an serdana Hewlêrê kir û li vê derê ligel Serok Barzanî hevdîtinek pêk anî û piştre ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civînek kirin.

Mistefa Kazimî heman roj serdana Duhok û deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl kir.

Kazimî roja înê 11ê Îlona 2020an serê sibehê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û piştre serdana Silêmanî û Helebceyê kir.

K24
Top