• Saturday, 07 February 2026
logo

Tirkiye: Fransa piştevaniya Hefter û PKKê bike dê têk biçe

Gulan Media September 12, 2020 Nûçe
Tirkiye: Fransa piştevaniya Hefter û PKKê bike dê têk biçe
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, ew dê berdewam bin li ser operasyonên li nav xaka Başûrê Kurdistanê û hişyarî dide Fransayê ku eger "piştevaniya Hefter û PKKê" bike dê têk biçe.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi boneya destpêkirina sala nû ya xwendina serbazî, serdana navendeke perwerdeya serbazî kir li Îzmîrê û gotarek pêşkêş kir.

Akar derbarê aloziyên di navbera Enqere û Atînayê li rojhilatê Derya Spî rexne li Fransayê girtin û got ku piştevaniyê li Xelîfe Hefter, PKK û YPGê dike.

Li Lîbyayê Tirkiye piştevaniyê li hikûmeta Fayiz Serac û Fransa jî piştevaniyê li General Xelîfe Hefter dike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê got, “Hûn eger piştevanî li Hefter, li PKK û YPGê bikin dê têk biçin û Tirkiyê tohmetbar bikin nagihijin ti cihekî. Ew dikevin nav pîlangeriyên cor bi cor li dijî Tirkiyê, hevşêweyê dîrokê îro jî tûşî şikestinê bin. Bêdengiya çend kesan bes e ji bo alozî kêm bibin. Tenê bêdeng bibin bes e.”

Hulusî Akar bang li Yunanê jî kir “ xwe ji bo berjwendiyên ti welatan nede bikaranîn. Em vê şîretê bi tundî li we dikin.”

Aloziyên Tirkiyê li gel Yunan û Qibrisê zêde bûne ji ber xebatên Tirkiyê yên lêgerîna petrol û gaze li rojhilatê Derya Spî.

Rudaw
Top