Li Serê Kaniyê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Serê Kanî yê Rojavayê Kurdistanê îro Şemiyê, 12.09.2020, 2 teqîn li pey hev çê bûn.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku teqîna yekem di nav qeyseriyekê de çê bû li nêzîk xaçeriya Postê li Serê Kaniyê.
Li gor heman çavkaniyan, ew teqîn bi rêya motorsîkletekî mînkirî de hat pêkanîna û li gor zanyariyên destpêkê di encama wê teqînê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî aşkere kirin ku teqîna duyem a li Serê Kaniyê li bazara firotina mirîşkan çê bû û di encamê de li gor zanyariyan tenê ziyanên madî hene.
Bajarê Serê Kaniyê yek ji wan herdu bajaran e ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de dest danîbûn ser.
Ji wê dema ku dest bi ser Serê Kaniyê de hatiye girtin heta niha rewşa emnî li wî bajarê têk çûye û aram nebûye.
Roja 27ê Tebaxa derbasbûyî jî, dîsa di encama teqîna motorsîkletekî mînkirî de li Serê Kaniyê, 2 kes hatibûn kuştin û 6 kesên din birîndar bûbûn.
Rudaw
