• Saturday, 07 February 2026
logo

Lihevhatina Îsraîl û Behrênê, Tirkiye û Îran hêrs kir!

Gulan Media September 12, 2020 Nûçe
Lihevhatina Îsraîl û Behrênê, Tirkiye û Îran hêrs kir!
Lihevhatina Îsraîl û Behrên bû sebeba hêrsbûna rêjîmîn Tirkiye û Îranê.

Serokê Amerîka Donald Trump duhî ragihand ku piştî Îmaratê, Behrênê jî biryar daye pêwendiyên xwe bi Îsraîl re normal bike.

Gelek welatên mîna Misr, Îmarat û Brîtanya piştevaniya wê yekê kirin lê mîna her car, Îran û Tirkiyê bi tundî dijberiya wê yekê kirin.

Wezareta derve ya Tirkiyê li ser wê yekê ragihand, Tirkiye hebûna pêwendiyên dîplomatîk di navbera Behrên û Îsraîlê qebûl nake ji ber ku ew li dijî armancên Filistînê ye, loma bi tundî şermezar dike!

Wezareta derve ya Îranê jî lihevhatina Behrên û Îsraîl şermezar kir û ragihand, ew karê ku Behrên dike rûreşî û xiyanet e li armanca Filistînê!

Meha borî Îmaratê biryar dabû pêwendiyên xwe bi Îsraîl re normal bike. Behrên duyemîn welatê erebî ye ku vê yekê dike.

Îran û Tirkiyê li hember wê biryara Îmaratê jî hêrs bibûn û bi tundî êrişî wî welatî kiribûn.

Dijîtiya Tirkiyê li hember hewlên wan welatên erebî di demekî de ye ku Enqere di hemû waran de pêwendiyên bihêz bi Îsraîlê re hene.

Basnews
Top