• Sunday, 09 August 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike

Gulan Media August 9, 2026 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahî li Mihemedê Hacî Mehmûd, serkirdatî û hemû endam û alîgirên wê partiyê kir.

Baregeha Barzanî îro 8ê Tebaxa 2026an, peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka xebata vê partiyê û bang li aliyên siyasî kir ku ji bo parastina Kurdistanê hevaheng bin.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ez bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li birayê birêz Kak Mihemedê Hacî Mehmûd, serokê partiyê, mekteba siyasî, serkirdatî û hemû endam û alîgirên partiyê dikim. Di vê bîranînê de ez pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbaniyên Partiya Sosyal Demokrat di dîroka xebata gelê me de nîşan didim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim."

Di berdewamiya peyamê de, Serok Barzanî got: "Hêvîdar im hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo derbaskirina astengî û kêşeyan hevaheng û teba bin, da ku Kurdistan û gelê me her dem parastî bin."

 

K24

Top