Alîkariya ji bo koçberên Serêkaniyê bû 2 hezar dolar
Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku piştî rêzeçalakî û xwepêşandanên koçberên Serêkaniyê nirxê pereyên ku bê dayîn bû 2 hezar dolar.
Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mihemed Hac îro diyar kir ku Alîkariya ku ji malbatên di karwanên vegerê dene ji bo her malbatekê hatiye veqetandin,
ji 1000 dolarî bo 2000 dolar.
Ev biryar piştî xwepêşandanek ku îro ji hêla niştecihên koçber ên Serêkaniyê ve li ber avahiya Parêzgeha Hesekê hate organîzekirin, hat dayîn.
Şêniyan daxwaza başkirina piştevaniya ji malbatan re û peydakirina şert û mercên guncaw ên vegerê kir.
Ev gav wekî beşek ji amadekariyên berdewam ji bo vegera koçberan bo deverên wan tê,
Di nav daxwazên berdewam de ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn û dabînkirina şert û mercên guncaw û ewle ji bo malbatên vegerin.
Ronahi.tv
