Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê redkirina zilma li ser gelê me bû
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Îro bi rûmet em ve bîranîna 59 saliya şoreşa mezina Îlonê dikin ku di demeke dijwar de û ji bo berevaniya li mayîn û mafê gelê Kurdistanê bi rêberayetiya Mistefa Barzaniyê Nemir û bi piştevaniya têkoşerên pêşeng û xebatkarên gelê me dilsoz hilpêkir.”
Nêçêrvan Barzanî tekez dike, “Şoreşa Îlonê redkirina wê zilm, sitem û rastiya tehl bû ku li ser gelê me hatibû sepandin. Her ji bo wê yekê jî hemû zarok û gedeyên gelê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û çîn û tiwêj û navçeyên cûda cûda, di bin ala şoreşê de civiyan, hemû şiyanên xwe yekxistin û heta gihîştina armancan li berxwedan û rêkeftinnameya 11ê Adarê da destpêka mafên rewayên gelê Kurdistanê bi dest ve anîn û her ew jî bûye bingeha pêkanîna destkeftên piştî wê.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Baştirîn wane û penda ku ji wê şoreşa mezin da werbigrîn ew e, ji bilî têkoşîn û berxwedan û serdaçûna dijwariyan, tebayî û yekrêzî û kombûna me ye di bin yek sîwan û kepirê de û bi navê yek armancê wekî take rêya gihîştina bi hêvî û armancên me yên rewa bû.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de dibêje, “Di bîranîna vê şoreşa mezin de ku bûye xwendingehek ji bo hizr û bîra azadîxwazî û niştimanperwerî û nexşerêya têkoşîna ji bo nifşên dawiyê, silav û rêz ji bo şehîdan û cangoriyên şoreşê û wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên pêşengên li wê dema dijwar de rêya xebatê nîşana gelê me dan û tovê hêviyê çandin û bi wê navê jiyan û canê xwe gorî kirin.”
Rudaw
