• Sunday, 09 August 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike

Gulan Media August 9, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike û hêvîdar e ku ew partî di xebat û têkoşîna xwe de serkeftî be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Tebaxa 2026an, bi helkefta 50emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, di peyamekê de pîrozbahiyeke germ li Mihemedê Hacî Mehmûd serokê partiyê, serkirdatî û hemû endam û alîgirên wê kir.

Serokwezîr Mesûd Barzanî hêvî xwest ku Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, mil bi milê aliyên din ên Kurdistanî, di xebat û têkoşîna xwe de ji bo berevanîkirina li destkeftên niştimanî yên xelkê Kurdistanê serkeftî be.

 
 

 

K24

Top