Li Rojavayê Kurdistanê 36 kes bi Coronayê ketin
Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronaya nû Covid-19 belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser 36 kes bi Coronayê ketin ku li 12 li Dêrikê, 7 li Hesekê, 8 li Qamişlo, 1 li Girkê Legê, 2 li Amûdê, 2 li Reqayê, 1 li kobaniyê, 1 li Dêrezorê û 2 li Şehbayê bûne.
Herwiha di nava rojekê de 33 kes jî baş bûne û kesek jî bi wê vîrusê miriye ku li Girkê Legê bûye.
Li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser heta niha 819 Kes bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 271 kes baş bûne û 43 kes jî mirine.
Rudaw
