• Saturday, 07 February 2026
logo

Macron: Divê rêveberên Ewropayê helwêsta tund li hember Tirkiyê nîşan bidin

Gulan Media September 11, 2020 Nûçe
Macron: Divê rêveberên Ewropayê helwêsta tund li hember Tirkiyê nîşan bidin
Serokê Fransayê radighîne, divê Ewropa helwestek tund û zelal li dijî kiryarên Tirkiyê nîşan bide.

Serokê Fransa Emmanuel Macron, beriya lûtkeya Başûrê Ewrûpa ragihand, divê welatên Ewrûpa helwestek tund û zelal li dijî Tirkiyê bidin nîşandan.

Herweha Macron got, hewl didin helwestek hevgirtî ya Ewropa li dijî Tirkiyê hebe û Frensa di pirsgirêka rojhilatê deryaya Naverast de piştevaniya Yewnanîstanê dike.

Da zanîn jî, pirsa pêwendiyên Tirkiyê û Ewropa tewerê sereke yê civîna Yekîtiya Ewrûpa di 24-25 vê mehê de ye.

Axaftinên Macron di demekê de ye, îro li ser asta serbazî Yunan û Tirkiye li baregahê NATOyê dicivin.

Pêr jî Wezîrê Derve yê Fransayê da xuyakirirn, rojeva civîna Konseya Ewropa ya meha Îlonê Tirkiye ye û ewê danîna dorpêçiyan li ser Enqerê gotûbêj bikin.

Demek e aloziyên mezin di pêwendiyên dewletên Yekîtiya Ewropayê û bi taybet Fransa û Tirkiyê de li ser pirsa Lîbya, pirsa koçberan û lêgerîna li gazê li deryaya Sipî derketiye.

Basnews
Top