• Saturday, 07 February 2026
logo

PKK: Tirkiye dixwaze dest bi ser Hewlêrê de bigire ne em

Gulan Media September 11, 2020 Nûçe
PKK: Tirkiye dixwaze dest bi ser Hewlêrê de bigire ne em
PKKê gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê red kir ku îddîa kiribû, “PKK dixwaze dest bi ser Hewlêrê de bigire” û got, “Enqere dixwaze dest bi ser Hewlêrê de bigire ne ku em.”

Roja Sêşemê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di kongreyeke rojnamevanî de li gel Wezîrê Derve yê Kongoyê li Enqerê îddîa kiribû, “PKK dixwaze dest bi ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hewlêrê de bigire wek ku li Silêmanî kiriye.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de bersiva wan gotinên Çavuşoglu da û amaje bi wê kir, wan wek PKKê soza daye xelkê Kurdistanê li hemû aliyan biparêzin “ji ber hindê destbiserdegirtina Hewlêrê dibe tenê plana şerê taybet a Tirkiyê be. Ya me wek PKK armanca me azadkirin û paqijkirina Kurdistanê ye ji dagîrkeriya Tirkiyê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di wê kongreya rojnamevanî de gotibû, PKK armanca wê ew e, “rêveberiya Hewlêrê” jî dagîr bike ku mebesta wî ji îdareya Hewlêrê, bajarên Hewlêr û Duhokê ne.

PKK jî li beramber dibêje, xelkê Hewlêr, Silêmanî û hemû navçeyên din ên Herêma Kurdistanê rêzeke taybet û hevsoziyeke mezin ji bo xebat û gerîlayên partiya wan heye.

PKK û Enqere ji sala 1984an ve di şer de ne û heta niha zêdetir ji 400 hezar kes ji ber nakokî û şer hatine kuştin ku beşek ji wan sivîl bûne, beşa herî zêde ya şer van çend salên dawî li sînorê Herêma Kurdistanê bûye.

PKKê li sînorê Herêma Kurdistanê li Çiyayê Qendîlê baregeh heye û bi dirêjahiya sînor jî gerîlayên wê di nav tevgerê de ne û hinek gundên ser bi parêzgehîn Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî di bin kontrola gerîlayên PKKê de ne.

Herwiha artêşa Tirkiyê jî bi hinceta rûbirûbûna gerîlayên PKKê hejmareke binkeyên serbazî li nav sînorên Herêma Kurdistanê ava kirine.

Tirkiyê meha Tîrmeha îsal ragihandibû ku wan 37 xalên serbazî li sînorê Herêma Kurdistanê danîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê îddîa jî kiribû, “PKK bûye pirsgirêk ji bo Herêma Kurdistanê û zarokên wan navçeyan bo çiya direvîne. Em piştevanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di rojên zehmet de û em her tim Kurdan ji PKKê cuda dikin, ji ber hindê me ala Kurdistanê bo Nêçîrvan Barzanî danî. Em li dijî PKKê ne ku wateya wê ew nîne em li dijî Kurd in.”

Rudaw
Top