• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî: Me li gel Kazimî behsa çareseriya lez a pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir

Gulan Media September 11, 2020 Nûçe
Serok Barzanî: Me li gel Kazimî behsa çareseriya lez a pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir
Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan. Serok Barzanî ragehand, wan lezkirina hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine.

Îro li Selahedîn, Serok Barzanî digel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan, di civînê de her du aliyan peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêjkirin.

Serok Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî ya twitterê nivîsandiye, wan dawî pêşhate gengeşe kirine, herweha behsa lezkirina hewlan bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kirin e.

Li gor medyaya fermî ya Iraqê, di civînê de Kazimî ragehandiye, pêwîst e hemahengiyek zêdetir di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de hebe.

Herwiha got pêwîst e Hewlêr û Bexda li ser pirsan yek helwest bin û tekez kir, guftûgoyên wan di çarçoveya destûr de, pêşerojek e baştir bo Iraqê dabîn dike. Derbarê çaksaziyan li Iraqê Kazmî got, Iraq pêwîstî bi çaksaziyên rasteqîn e heye.

Basnews
Top