Trump: Em alîkariya Kurdan dikin û jiyana wan baştir dikin
Donald Trump, Serokê Amerîkayê diyar kir: “Bi heman şêweya Sûriyê, emê li Iraqê di demeke kin de hejmara serbazên xwe heta 2 hezar serbazan kêm bikin. Em li Sûriyê jî ji gelek cihan vekişiyane û niha me petrola xwe kontrol kiriye û hejmareke kêm ji serbazên me, wê petrolê diparêzin.”
Trump destnîşan kir: “Em alîkariya Kurdan dikin û jiyana wan baştir dikin. Ji ber ku petrola me li ber dest e, em ji piraniya Iraq û Sûriyê derketine, ango em hejmara serbazên xwe kêm dikin.”
Serokê Amerîkayê got: “Em li Efxanistanê jî hejmara serbazên xwe bo 4 hezar, kêm dikin.”
Herwiha diyar kir: “Îro Wezîrê Derve Mike Pompeo diçe Dewheyê ji bo gotûbêja navbera Efxanistan û Talîban ku bû demek, danûstandinên me ligel wan dest pê kiriye.”
