• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mistefa Kazimî kir

Gulan Media September 11, 2020 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mistefa Kazimî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û her du aliyan civînek pêk anîn.

Civîna Serokwezîrê Iraqê ligel Serokê Hêrêma Kurdistanê rawestgeha herî dawî ya serdana Mistefa Kazimî bû ku duh bo Hewlêr û Duhokê dest pê kir.

Mijarên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rûbirûbûna terorê, çareserkirina pirsên rawestandî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û nakokiyên li ser hilbijartinan, mijarên herî giring ên civînê bûn, ku Mistefa Kazimî destpêkê ligel Serok Mesûd Barzanî û piştre ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotûbêj kirin.

Piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, biryar e Mistefa Kazimî serdana Silêmaniyê bike û li Silêmaniyê mêvanê Serokomarê Iraqê bibe.

Herwiha biryar e di demjimêr 16:00an de Mistefa Kazimî serdana bajarê Helebceyê jî bike û ji nêzîk ve mijara vekirina deriyê sînorî yê Sazan yê li Helebceyê gotûbêj bike.

K24
Top