• Saturday, 07 February 2026
logo

Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Kurdistan qewareyeke destûrî ye

Gulan Media September 11, 2020 Nûçe
Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Kurdistan qewareyeke destûrî ye
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand, di civîna ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, tekezî li ser bihêzkirina têgihîştin û rêkeftinên bêrê hate kirin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ji K24ê re ragihand, Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn ji Iraqê ye û qewareke destûrî ye.

Got jî: Derbarê sardana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê de, destpêkê ligel birêz Barzanî civiyan. Guftûgo derbarê çendîn pirsên siyasî, rewşa Iraqê û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de hatin kirin. Civîn ji bo bihêzkirina pêwendiyan, rêkeftin û hevtêgihîştinan bû.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê got jî: Li ser binemaya rêkeftinê, Serokwezîr Kazimî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşek ji pereyan ji bo xerciya fermanberên Kurdistanê dabîn kirin. Welatiyên Herêma Kurdistanê, welatiyên Iraqê ne û hikûmet di ber dabînkirina pêwîstiyên wan de berpirs e.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê got jî: Em dixwazin koçberên Êzidî vegerin navçeyên xwe û pirsgirêkên wan ji aliyê siyasî ve bê çareserkirin û aştî di navbera eşîreyên erebî û Êzidiyan de çê bibe.

K24
Top