• Saturday, 07 February 2026
logo

Kazimî : Dixwazin pirsgirêka ewlehiyê ya Şingalê çareser bikin

Gulan Media September 11, 2020 Nûçe
Kazimî : Dixwazin pirsgirêka ewlehiyê ya Şingalê çareser bikin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji K24ê re ragihand, dixwazin pirsgirêka ewlehiyê li Şingalê çareser bikin.

Di çarçoveya sardana xwe bo koçberên Şingalê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji K24ê re ragihand, hewl didin pirsgirêka ewlehiyê li Şingalê çareser bikin û parastina navçeyê ji aliyê xelkê Şingalê ve be. Herwiha ew berdewam dibin jî ji bo dîtina çareseriyê.

Herwiha Kazimî diyar kir jî, ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê, wan guftûgo bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kiriye. Herwiha ew bi hewl didin koçber jî vedigerin navçeyên xwe.

Serokwezîrê Iraqê îro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û di çarçoveya sardana xwe de sardana kampa Qadya ya koçberên Şingalê kiribû.




Herwiha di çaroveya sardana xwe de, Serokwezîrê Iraqê sardana kesûkarên qurbaniyên enfala Badînanê kir û ragihand, enfal û tevaniha qurbaniyên rêjîmê berê, azarekî Iraqî ye û azarekî mirovatî ye û divê pend û waneyan jê werbigirin, ji bo careke din dubare nebin.

Derbarê civînên bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re Kazimî got: Me civîneke gelekî baş bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kir. Me guftûgo di hemû waran de bi armanca dîtina çareseriyekê ji pirsgirêkan re kir.

K24
Top