Îran ji Amerîkayê re: Her êrîşeke li ser welatê me bê kirin, em ê Kendavê bikin armanc
Hikûmeta Îranê hişyariyeke tund da welatên Kendavê û ragihand, her êrîşeke nû ya Amerîkayê li ser xaka Îranê, dê bibe sedem ku binesaziya enerjiyê ya wan welatan bibe armanca bersivdayîna Tehranê.
Ajansa Reutersê li ser zarê pênc jêderên agahdar ragihand, Îranê welatên Kendavê agahdar kiriye ku her êrîşek li ser xaka wan, dê bi bersiveke wiha were dayîn ku binesaziya "hestiyar" a enerjiyê li seranserî navçeyê bike armanc.
Li gorî Reutersê, ev hişyariya Îranê bi rêya zincîreke peywendiyên dîplomatîk ên astbilind hatiye ragihandin. Ev yek piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di 28’ê Tîrmehê de gefa lêdana tora enerjiyê û binesaziya Îranê xwaribû.
Du rayedarên payebilind ên Îranê û dîplomatkarekî Rojhilata Navîn diyar kirin, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî bi hevtayên xwe yên Siûdî, Tirkî û Qeterî re axiviye. Her wiha Araqçî peywendiyek bi fermandarê artêşa Pakistanê re jî aniye ser maseyekê.
Araqçî daxwaz ji hevalbendên Washingtonê yên li Kendavê kiriye ku bandora xwe li ser Trump bikar bînin, da ku wî ji biryara êrîşeke nû vegerînin. Îranê hişyarî daye ku her êrîşek li ser wan, nayê wê wateyê ku tenê Îran bibe armanc, lê belê berjewendiyên Amerîkayê û dezgehên enerjiyê yên li seranserî Kendavê jî dê bikevin ber agirê şer.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên dawî de diyar kiribû, Washington li ser mijara vekirina Tengava Hurmizê û dosyaya atomî, bi Tehranê re di nav "danûstandineke baş" de ye. Lê belê, Trump careke din dubare kir ku ger ev rêrewa avê ya girîng girtî bimîne, ew ê "derbeyeke bêpêşeng" li Îranê bixin.
Trump herwiha got, wan plan dikir "êrîşa herî mezin a piştî Şerê Cîhanê yê Duyem" bibin ser Îranê, lê piştî ku Îranê daxwaza diyalogê kiriye, wan ev yek rawestandiye. Serokê Amerîkayê tekez kir ku ew rê nadin Îran bibe xwediyê çekên atomî û got: "Ger Îran çekên atomî bi dest bixe, dê cîhan bibe cihekî pir cuda û metirsîdar."
K24
