• Tuesday, 29 September 2026
logo

Serok Barzanî daxwaza berdewamiyê bo rojnameya Medayê kir

Gulan Media August 6, 2026 Nûçe
Serok Barzanî daxwaza berdewamiyê bo rojnameya Medayê kir

Serok Mesûd Barzanî bi merema 24 saliya derketina rojnameya Medayê, pîrozbahî li Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî kir.

Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) peyama Serok Barzanî ya pîrozkirinê belav kir ku tê de dibêje: Wekî rêzgirtinekê ji bo pêşketinên we yên pîşeyî û nîştimanperwerî yên diyar, ji bo 24 saliya rojnameya Medayê, ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî Serokê Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm û desteya sernivîskarên wê rojnameyê dikim.

Her di wê peyamê de hatiye diyarkirin ku rojnameya Medayê tevlî avakirina nirxên rojnamevaniya azad, hestkirina bi berpirsiyariya nîştimanî û dewlemendkirina rewşenbîrî û medyayî li Iraqê bûye.

Herwesa vê helkeftinê wekî serbilindiyekê ji bo wê dezgeha medyayî bi nav dike, ku bêtir ji du dehsaliyan amadeyî û bandora xwe parastiye, û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo Medayê û desteya wê dixwaze û hêvîdar e ku di xizmeta nîştiman û rastiyan de her geş bibe.

Top