• Saturday, 07 February 2026
logo

Kargeha mermer roxiya: 22 karker mirin

Gulan Media September 10, 2020 Nûçe
Kargeha mermer roxiya: 22 karker mirin
di dema kar kirinê de kargeh roxiyaye
Li rojavayê bakûrê Pakistanê di galeriya madena mermerê de, bi sedema roxandina galeriye 22 karker can dan.

Peyamakurd belav kiriye ku malpera Dawnê; bûyer li eyaleta bi navê Xeyberê li navçeya Mohmendê di kargeheke mermerê de çêbû.

Di kargehê de li dora 30 karmend hebûn. Heya niha 22 cenaze derxistin lê dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Sedema roxandinê nayê zanîn lê li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

K24
Top