• Saturday, 07 February 2026
logo

Erdhejekê bi hêza 4.1 Çiwlîg hejand

Gulan Media September 10, 2020 Nûçe
Erdhejekê bi hêza 4.1 Çiwlîg hejand
Li bajarokê Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4.1 pile çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku erdhej şevê din demjimêr derdora 22.32 deqeyan bi hêza 4.1 û kurahiya 7 kîlometre li bajarokê Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, piştî erdhejê ji aliyê welatiyan ve ti giliyek nehatiye kirin ku bibêjin zerar û ziyan gehiştiye wan, lê welatî hinekî tirsiyane û ji male xwe derketine.

Rêveberê Polîsên Şaredariya Kanîreşê Metin Bingol jî ragihand ku du erdhej çêbûne, yekem li gundê Şorikê û ya din li navenda qezayê.

Li gor Bingol, tiştekî cihê nîgeraniyê çênebûye, lê welatî tirsiyane û hêvî dike careke din tiştekî wiha neqewime.

Rudaw
Top