Semîr Hewramî: Civînên şanda Herêmê ligel Bexdayê erênî bûn
Semîr Hewramî, Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Em di çarçoveya serdana şanda danûstankar a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de, ligel her yek ji wezîrên darayî û petrol û Serokwezîrê Iraqê civiyan.”
Hewramî diyar kir: “Civîn bi giştî erênî bûn û Bexda niyeta wê yekê nîşan da ku bi cidî ji bo çareserkirina kêşeyan bixebite.”
Semîr Hewramî dibêje: “Hewlêr dixwaze rêkeftineke mayînde li ser mijara heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bike û îsal Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê rizamendî nîşan daye ku mehane 320 milyar dînar bişîne Herêmê û li hember wê jî Herêm, %50ê dahatên deriyên sînorî vegerîne Bexdayê.”
Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku li Bexdayê dest bi dariştina budceya sala nû kiriye û Herêma Kurdistanê dixwaze para Herêmê di wê budceyê de cîgir bike û ev rêkeftin li ser wê mijarê bibe bingeha sala dahatû û rêkeftineke mayînde were kirin.
