• Tuesday, 04 August 2026
logo

Li Kurdistanê pêngava rûbirûbûna taya xwênberbûnê dest pê kir

Gulan Media August 4, 2026 Nûçe
Li Kurdistanê pêngava rûbirûbûna taya xwênberbûnê dest pê kir

Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna nexweşiya kujer a "Taya Xwênberbûnê", pêngaveke berfireh a vaksînkirin û reşandina dermanan li seranserê herêmê da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de bi sed hezaran ajel tên parastin.

Tîmên lênihêrînê yên ser bi Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê, ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiya "Taya Xwênberbûnê" dest bi xebateke çir kirine. Ev pêngav wekî tedbîreke pêşwext ji bo parastina tenduristiya giştî û Ajelan tê meşandin.

Rêveberê Tenduristiya Ajelan li Wezareta Çandiniyê, Dr. Fereydûn Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand. ev pêngav her sal di mehên Tîrmeh û Tebaxê de tê kirin. Dr. Ehmed diyar kir ku sedema vê yekê, germahiya havînê ye; ji ber ku kêçên ku vîrusê vediguhêzin, di vê werzê de bi lez zêde dibin. Nexweşî bi rêya van kêçan an jî bi rêya xwîna ajelên nexweş derbasî mirovan dibe û dibe sedema mirinê.

Ev pêngav ji sê beşan pêk tê: Reşandina dermanan li cih û holên ajelan, şûştina ajelan bi dermanên taybet û aksînkirina (kutan) ajelan.

Li gorî daneyên ku Dr. Fereydûn Ehmed parve kirine, heta niha ev kar hatine kirine, 7,920 holên ajelan, 96 hezar mî, 38 hezar bizin û 21,846 çêlek û ga hatine reşandin. Herwiha 599,129 mî, 306,514 bizin û 894 dewar hatine veksînkirin.

Ev xebata berfireh heta niha 6,965 xwediyên ajelan li 1181 gundên cuda yên Herêma Kurdistanê li xwe girtiye. Wezaretê bang li hemû xwediyên ajelam kir ku ji bo parastina jiyana xwe û sewalên xwe, bi tîmên lênihirînê re hevaheng bin û mercên paqijiyê pêk bînin.

 

K24

Top