Tirkiye û Îran operasyoneke hevbeş li dijî PKKê dikin
Bi serperiştiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, civîna Encûmena Hevkariya tirkî - îranî bi awayê vîdyokonferansê hat kirin.
Li gor daxuyaniya dawiyê ya civînê, guftûgo derbarê pêwendiyên her du aliyan û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên navçeyê hatin kirin.
Hat ragihandin, hebûna PKKê li navçeyên sînorî hatin guftûgokirin û biryar hat dayîn, her du alî bi hevbeşî dest bi operasyonekê li navçeyên sînorî li dijî PKK, PJAK û grûpên din ên ser bi PKKê ve bikin.
K24
