• Saturday, 07 February 2026
logo

Şanda Kurdistanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya

Gulan Media September 9, 2020 Nûçe
Şanda Kurdistanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya
şanda Kurdistanî duhê serdana Bexdayê kiribû
Civîn duhê li Bexdayê hate lidarxistin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, duhê êwarê şanda danûstandinkar ya Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiya.

Di civînê de her du alî behsa hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê, bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha kar kirin bi hevre li gor berejwendiyên tevahiya pêkhateyên Îraqê de kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekez li ser bihêztir kirina hemahengî û hevkariya navbera hikûmeta Kurdistan û Îraqê kirine.

Şanda Kurdistanî ku duhê danê sibê serdana Bexdayê kiribû, beriya li gel Serokwezîr bicive, li gel aliyên din yên têkildar yên Îraqê civiya bû.

Top