• Saturday, 07 February 2026
logo

Generalekî artêşa Tirkiyê li Idlibê canê xwe ji dest da

Gulan Media September 9, 2020 Nûçe
Generalekî artêşa Tirkiyê li Idlibê canê xwe ji dest da
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku fermanderekî hêzên Tirkiyê li Libyayê, General Sezgin Erdogan canê xwe ji dest da.

Fermandeyê artêşa Tirkiyê yê bi navê Sezgin Erdogan îro 9ê Îlona 2020an li herêma Idlibê ya Sûriyê canê xwe ji dest da.

Derbarê canjidestana wî fermanderî de Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyanî da, lê derbarê sedema mirina Sezgin Erdogan de ti hûrgilî belav nekir û tenê gotiye ew nexweş bûye û canê xwe ji dest daye.

Hinek efser xanenişîn ên artêşa Tirkiyê, li ser hesabê xwe yên medyaya civakî dibêjin Sezgin Erdogan îro sibê celta dil debas kiriye û canê xwe ji dest daye.

Rudaw
Top