Serokê CHPê: Ez dikarim çareseriya pirsa Kurd pêşkêş bikim
CHP, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd projeyeke nû pêşkêş bike
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ji medyaya Tirkiyê re ragihand ku ew weke partî dixwaze tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê bêne çareserkirin ku yek ji wan pirsa Kurda ye.
Kiliçdaroglu dibêje ew dikarin programeke taybet amade bikin ku tevahiya hûrgiliyên çareserkirina pirsa Kurdan têde bêne rêzkirin.
Serokê Giştî yê CHPê herweha da xuyakirin ku Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye bêbandor kirin û tevahiya karûbaran ji aliyê Koşkê ve têne birêve birin, dibêje jî niha li şûna Dewleta Tirkiyê, Dewleta Erdogan heye.
Kemal Kiliçdaroglu amaje bi wê yeê dik ku eger li Tirkiyê bibin desthilatdar dê destûreke nû amade bikin û ew destûr dê di berjewendiya her kesî de be.
Ev yek di demekê de ye ku CHP ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li ser raporeke nû dixebite.
Rudaw
