Parlementerê HDPê: Ala Kurdistanê sembola 50 milyon kurd e
Parlemanterê Rihayê yê HDPê Nusredîn Maçîn li ser rêgirtina li çûna şanda Tifaqa Kurdî bo Sakaryayê û hevdîtina wan bi malbata kurd a rastî êrîşên nijadperestiyê hatiye got: Desthilatê got ku gundê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatiye kerentînekirin û ketin û derketina gund qedexe ye. Lê ev ne rast e, ji ber ku testên Koronayê ji karkerên demsalî re dema hatibûn gund, nehatibû kirin.
Got jî: Em wek partî û rêxistinên kurdî, wekî Tifaqa Kurdistana Bakur û parlemanterên HDPê, me xwast em wê malbatê re hevdîtinê bikin û êşa wan parve bikin û piştgîriyekê bidin wan.
Diyar kir jî: “Desthilatdariya Tirkiyê wek AK Partî û MHP çend sal in li hember Kurdistanê şerekî siyasî, aborî û civakî dimeşînin. Naxwazin di nava gel nûner, siyasetmedar û rojnamevan derkevin û rexneyan li wan bigirin û dengekî cuda hebe.”
Li ser helwesta çepgirên Tirkiyê, Maçîn got: “Li Tirkiye di destpêkê de rêjîm û piştre alî û partiyên çepgir di pirsa Kurd û Kurdistanê de, di çarçoveya şovanîzm û nijadperestiya Tirkiyê de tevdigerin û helwesta wan jî di wê çarçoveyê de ye. Dibe ku hin kadroyên wan di vî war de hişmendiya wan hebe, lê bi gelemperî çepgir û rewşenbîrên wan di pirsa kurdî de nêzîkî nijadperestên wan difikirin. Naxwazin pirsa Kurdistanê li Tirkiyê bikin pirseke pêşane û sereke û çareseriyê jê re bibînin.”
Herwiha got: Em wek Partiya Demokratîk a Gelan dibînin, AK Partî dixwaze di navbera gelan de pevçûn çê bibe. Di bûyerên wiha de, dema karker rastî êrîşê hatine, piştgîriya desthilatdariyê jê re heye. Ne tenê li hember siyasetmedarên kurdan, belkû li dijî nirxên kurdan jî êrîşekî bêpîvan, bêexlaqî û bêwîjdan heye.
Parlemanterê Rihayê yê HDPê derbarê êrîşên li ser nirx û sembolên kurdan de got: Di dema Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sardana Tirkiyê kiriye, Serokê Iyi Partî yê Sakaryayê sivikî bi ala Kurdistanê kir. Bi vî awayî dixwazin rê li pêş wê bigirin ku kurd siyasetê nekin. Ez bang dikim ku ew al, nirxê 50 milyon kurd e. Kî qedir û qîmetê nede ala kurdan, kurd jî qêmetê nade nirxên wan.”
K24
