• Sunday, 08 February 2026
logo

Lavrov piştî 9 salan serdana Sûriyê kir

Gulan Media September 8, 2020 Nûçe
Lavrov piştî 9 salan serdana Sûriyê kir
Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji destpêka şerê Sûriyê ve cara ewil çû Şamê û ligel Beşar Esed, Serokê Sûriyê hevdîtinek pêk anî.

Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsyayê roja yekşemê serdana Şamê kir û îro ligel Beşar Esed hatin ba hev.

Lavrov piştî hevdîtinê ragihand ku ji bo başkirina aboriya Sûriyê, divê alîkariya civaka navdewletî hebe.

Li gor daxuyaniyên ku medyaya Sûriyê belav kirine, Beşar Esed ragihandiye ku hikûmeta Şamê li hember sepandina sizayên Amerîkayê, dixwaze peywendiyên xwe yên bazirganî ligel Rûsyayê bihêztir bike.

Hat ragihandin; her du alî jî plana wê yekê dikin ku peywendiyên bazirganî bihêztir bikin û projeyên enerjî û çavkaniyên sirûştî binirxînin.

K24
Top