• Saturday, 07 February 2026
logo

Swîsreyê derbarê Îranê de berevajî rênimayên Amerîkayê biryar da

Gulan Media September 8, 2020 Nûçe
Swîsreyê derbarê Îranê de berevajî rênimayên Amerîkayê biryar da
Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve Îranê ligel hevtayê xwe yê Swîsreyê Ignazio Cassis geşedanên herî dawî û peywendiyên dualî yên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand; Mihemed Cewad Zerîf û Ignazio Cassis li ser mijarên Sûriye, peywendiyên bazirganî yên navbera her du welatan, kanalên darayî yên Swîsreyê û rêkeftina atomî gotûbêj kirin.

Hatiye diyarkirin ku her du wezîran bi hûrgilî behsa "dijayetiya Amerîkayê û hewldanên wê yên ji bo rûxandina peywendiyên siyasî û aborî yên Îranê" kirine.

Li gor daxuyaniyê, Mihemed Cewad Zerîf tekezî li ser hewldanên welatê xwe bo başkirina peywendiyên navbera her du aliyan kiriye û hewldanên xwe yên ji bo vegera bazirganiya derve aniye ziman.

Wezîrê Derve yê Swîsreyê jî pabendbûna welatê xwe bo rêkeftina atomî ya Îranê ragihandiye û gotiye ku ew dê peywendiyên xwe di hemû waran de ligel Îranê berfireh bikin.

Ev di demekê de ye ku piştî vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî ya Îran û koma 5+1, ku di sala 2015an de di navbera Tehran û îdareya Barack Obama de hatibû îmzekirin, careke din Washington sizayên xwe bo ser Îranê vegerandine û hişyarî dide welatên cîhanê ku eger bi Îranê re bazirganî bikin, dê sizayên aborî bi ser wan de jî bisepîne.

K24
Top