Meral Akşener bersiv da gotinên Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş, Hevserokê Berê yê HDPê ku ev 4 sal in di zîndana Edîrneyê de girtî ye, gotibû ku eger ew li derveyî zîndanê bûya, ew ê ligel hevjîna xwe Başak Demirtaş biçûna mala Meral Akşener û bigota "em hatin taştê".
Li ser van gotinên Selahattin Demirtaş, Meral Akşener, Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ diyar kir: “Ez başûrê rojhilat (mebesta wê bakurê Kurdistanê ye) baş dizanim. Taybetmendiyeke başûrê rojhilat heye. Dema xwîndarê te li deriyê te lêde, tu yê pêşwaziya wî bikî. Dayîka wê malê, kesê herî bi temen, dê wî biparêze û lê miqate be. Dema ji deriyê herî dawî derkeve, xwîndarî dê bidome. Taybetmendiyeke wisa ya başûrê rojhilat heye.”
K24
