• Sunday, 08 February 2026
logo

Meral Akşener bersiv da gotinên Selahattin Demirtaş

Gulan Media September 8, 2020 Nûçe
Meral Akşener bersiv da gotinên Selahattin Demirtaş
Meral Akşener, Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ li ser gotinên Selahattin Demirtaş diyar kir: “Dema xwîndarê te li deriyê te lêde, tu yê pêşwaziya wî bikî.”

Selahattin Demirtaş, Hevserokê Berê yê HDPê ku ev 4 sal in di zîndana Edîrneyê de girtî ye, gotibû ku eger ew li derveyî zîndanê bûya, ew ê ligel hevjîna xwe Başak Demirtaş biçûna mala Meral Akşener û bigota "em hatin taştê".

Li ser van gotinên Selahattin Demirtaş, Meral Akşener, Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ diyar kir: “Ez başûrê rojhilat (mebesta wê bakurê Kurdistanê ye) baş dizanim. Taybetmendiyeke başûrê rojhilat heye. Dema xwîndarê te li deriyê te lêde, tu yê pêşwaziya wî bikî. Dayîka wê malê, kesê herî bi temen, dê wî biparêze û lê miqate be. Dema ji deriyê herî dawî derkeve, xwîndarî dê bidome. Taybetmendiyeke wisa ya başûrê rojhilat heye.”

K24
Top