Mistefa Kazimî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Îro roja duşemê Wezîrê Werzişê yê Iraqê Adnan Dircal di daxuyaniyekê de aşkere kir serokwezîr Mistefa Kazimî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezaretên rewşenbîrî û lawan û wezareta tendrustiya Herêma Kurdistanê dike beramber alîkarîkirina çareserkirina nexweşiya rahênerê topa piyan Nazim Şakir.
Cihê behsê ye şandeke Iraqê li ser daxwaza Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê kirin bo çavdêriya rewşa tendirustiya rahênerê topa piyan Nazim Şakir. Rahênerê naskirî yê Iraqê Nazim Şakir bi nexweşiya Koronayê ketiye û çend roje li Hewlêrê tê tedawîkirin.
Basnews
