Macron aloziyên rojhilatê Deryaya Spî ligel Serokwezîrê Yewnanistanê gotûbêj dike
Di daxuyaniyekê de Serokatiya Fransayê eşkere kiriye; civîna navbera Serokê Fransayê û Serokwezîrê Yewnanistanê di Lûtkeya Parîsê de bibe, ku biryar e rayedarên payebilind ên welatên Portugal, Îspanya, Îtalya, Qibris, Malta û Yewnanistanê beşdar bin.
Ev di demekê de ye ku hefteya borî rayedarekî payebilind ê hikûmeta Yewnanistanê ragihandibû ku welatê wî mijara kirîna firokeyên şer ligel Fransa û çend welatên din gotûbêj dike.
Hêjayî gotinê ye ku niha aloziyeke mezin di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de çêbûye piştî ku meha derbasbûyî Tirkiyê keştiyek ji bo lêgerîna çavkaniyên sirûştî şande rojhilatê Deryaya Spî.
K24
