• Sunday, 08 February 2026
logo

Berdevkê HEZKURDê: Nabe Tirkî li ser hereketeke Kurdî bê ferzkirin

Gulan Media September 8, 2020 Nûçe
Berdevkê HEZKURDê: Nabe Tirkî li ser hereketeke Kurdî bê ferzkirin
Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî armancên wê hereketê wiha rêz kirin, “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem, Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû nirxên Kurdan yên hatine talankirin bên vegerandin” û herwiha tekez kir, “Hereketa Zimanê Kurdî ne ya şexsekî ye. Zimanê wê jî Kurdî ye. Ti kes nikare, taybet jî zimanê Tirkî li ser gelê me bisepîne. Miletê me jî vê yekê qebûl nake.”

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa xebat û armancên HEZKURDê û herwiha `nakokiyên` ku di nav wê hereketê de rû dane kir.

Barij Celalî amaje bi wê kir ku wan HEZKURD bi mebesta pêşxistina zimanê Kurdî û pêkanîna hişmendiyeke ziman di nav civakê de li Bakurê Kurdistanê ava kir û dibêje, “Xeteke me ya sor heye; Hereketa Zimanê Kurdî ji bo Kurdî tevdigere, nabe û ti kes qebûl nake mirov zimanê hereketeke Kurdî bike Tirkî.”

Berdevkê HEZKURDê di dewama gotinên xwe de diyar dike, “Daxwaza gel jî ji me ev e; eger hereketa zimanê Kurdî ye divê rêveberên wê hemû Kurdî bizanin. Fevzî Bulgan got, `Kurdiya min nebaş e, tu daxuyaniyan bixwîne`. Ti kesî ne ew kiriye koordînator û ne ez jî kirime berdevk. Her kesek ji me li gor pisporiya xwe karekî dimeşînin.”

Barij Celalî di gotinan de behsa naveroka civînekê kir û got, “Fevzî Bulgan got, `yek bi Kurmancî diaxive, yek bi Zazakî diaxive, ez tênagihijim`. Di civînê de ji ber ku jinek bi Zazakî axivî, (Fevzî Bulgan) got `ez tiştekî tênagihijim, ez çima têm van civînan. Ez dixwazim ji îro pê ve di civînan de bila zimanê hevbeş Tirkî be ku her ke têbigihije`. Her kesên di civînê de nerazîbûna xwe nîşan dan. Kak Fevzî got ku ez dê ji van civînan vekişim û kar û xebatên xwe pêk bînim.”

Celalî tekez kir, “Hereketa Zimanê Kurdî ne ya şexsekî ye. Zimanê wê jî Kurdî ye. Ti kes nikare, taybet jî zimanê Tirkî li ser gelê me bisepîne. Miletê me jî vê yekê qebûl nake.”

Derbarê egera perçebûna wê hereketê jî ku nû hatiye avakirin, Celalî dibêje, “Di hereketa me de perçebûnek tune ye. Rêveberiya me hemû jî di wê hesasiyetê de ye. Fevzî Bulgan jî dikare wek endamekî hereketê xebatên xwe birêve bibe” û tekez dike ku divê her kesê di rêveberiya Hereketa Zimanê Kurdî de cih digire, Kurdî bi kêmanî zaravayekî Kurdî bizane.

Derbarê karnameya Hereketa Zimanê Kurdî jî Barij Celalî dibêje, wan her tim tekezî li ser wê kirine ku eger zimanek li ser bingeheke yasayî rûnene bi biryarên demkî nabe û diyar dike, “Pêşiyê divê em hişmendiya ziman di nav civakê de ava bikin. Em dê bi bajar bi bajar mal bi mal bigerin û hişmendiyê bidin gel ku daxwaz bikin. Heta milet zimanê xwe daxwaz neke guhertinek çê nabe. Sê armancên me hene; Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem, divê zimanê Kurdî ji seretayî heta zanîngehî bibe zimanê perwerdehiyê û sêyem jî divê hemû nirxên Kurdan yên hatine qedexekirin û talankirin bên vegerandin û di her warî de rê li ber vê talanê bê girtin.”

Barij Celalî amje bi wê jî dike ku Hereketa Zimanê Kurdî, hereketeke sivîl e û ew dê hemû xebatên xwe li ser bingeheke rewa û medenî birêve bibin û derbarê fînansekirina vê hereketê jî dibêje, “Em hereketeke sivîl in, ev hereket ji kesên xwebexş pêk hatiye. Di nava me de karsaz jî hene, em civînên xwe eger derfet bê dayîn li saziyên sivîl pêk tînin. Niha ti avahiyek me nîne û heta îro pêdiviya me bi pere nîne. Cihê me nav miletê me ye, em dê derkevin qadan.”

Ev di demekê de ye ku HEZKURDê îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku ti armanceke siyasî li pişt van hewlên wan nîne û ew wan êrîşên li ser zimanê Kurdî bi tundî protesto dikin.

Rudaw
Top