Li asmanê Hewlêr û Soranê 4 dron hatin xistin
Sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dronek li asmanê Hewlêrê şikand; di heman demê de sê dronên din jî li asmanê Soranê hatin xistin.
Sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê berbanga îro 28ê Tîrmeha 2026an hat çalak kirin, piştî ku çend dron li asmanê herêmê hatin dîtin.
Peyamnêrê "Kurdistan24"ê li Hewlêrê ragihand, sîstema berevaniyê ya hêzên hevpeymanan karî dronekê li asmanê Hewlêrê bi serkeftî bixe xwarê.
Her li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê, li Îdareya Serbixwe ya Soranê jî, sê dronên din ku asmanê herêmê binpê kiribûn, hatin xistin.
Asmanê Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê gelek caran rûbirûyî êrîşên bi vî rengî dibin. Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaz ji hikûmeta federal kiriye ku rêkarên tund li dijî van koman bigire û dawî li van êrîşan bîne.
Lê belê, heta niha hewldanên Bexdayê ji bo sînordarkirina desthilata van komên çekdar ên li derveyî yasayê serkeftî nebûne û êrîşên li ser Herêmê berdewam dikin.
K24
