Meral Daniş Beştaş: Derketina qanûnê ji aliyê avakirina zemîna hiqîqê girîng e
Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş behsa qanûna çarçoveyî kir.
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku qanûna tê amadekirin wê bibe zemîna destpêkê ya hiqûqî ya pêvajoyê û got: ”Qanîn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê ji çareseriya demokratîk wê bibe gaveke dîrokî”.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş li ser pêşnûme qanûna çarçoveyê ya têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandin kir.
Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku qanûn demeke dirêj e tê nîqaşkirin, qonaxa heyî dîrokî ye û got:
Di vê mijarê de demeke dirêj e têkoşîn tê meşandin, daxwaz tê kirin û zexteke civakî heye.
Lewma bi rastî jî gelekî dereng hate xistin. Lê pêvajoya heyî gelekî girîg e.
Derketina vê qanûnê ji aliyê avakirina zemîna hiqûqî ve gava destpêkê ye.
Weke ku Birêz Abdullah Ocalan jî vegot, ev yek di asta ‘qanûna esasî’ de ye.
Meral Daniş Beştaş: Qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê wê bibe gaveke dîrokî
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêvajo ne tenê sererastkirina qanûnî ye, xwedî sê sernavên çareseriyê yên bingehîn e û wiha anî ziman:
Ev jî girtiyên siyasî ne, hevalên me yên siyasî ne ku ji ber sedemên neçarî sirgûn bûn û gerîla ne.
Demeke dirêj e em destnîşan dikin ku divê çarçoveyeke çareseriyê bê avakirin ku van hersê beşan bigire nava xwe.
Bi taybetî ji bo vegera milîtanên ku çek danîn e, divê qanûneke çarçoveyê teqez bê avakirin.
Ev qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê wê bibe gaveke dîrokî.
Meral Daniş Beştaş: Pêvajo bi xwe serdemeke dîrokî ye
Her wiha Meral Daniş Beştaş ragihand ku sererastkirina qanûnî wê deriyekî girîng li paşerojê veke û wiha dewam kir:
Ji bo gerîla bên li vê derê jiyaneke asayî derbas bikin jî naveroka vê qanûnê wê gelekî kêrhatî be.
Ji xwe ev pêvajo bi xwe ji bo salên li pêşiya me, ji bo dehan salên li pêşiya me serdemeke dîrokî ye ku derfeteke mezin û hêviyeke mezin pêşkêş dike.
Ji bo zemîna şer zêde dewam neke ji bo her kesî demeke asayî afirand.
Meral Daniş Beştaş: Qonax bi qonax wê bi pêş ve biçe
Di dawiyê de Meral Daniş Beştaş got:
Ji niha û pê ve wê gelek sernavên demokratîkbûnê bikevin rojevê.
Divê hebûn, ziman, nasname û çanda Kurd êdî nebe mijara nîqaşê û li ser zemîna qanûnî bêne garantîkirin.
Ev hemû wê piştî gava destpêkê qonax bi qonax bêne pêkanîn.
Mekanîzmayên cuda wê ava bibin. Mekanîzma hene ku Birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye.
Ev pêvajo pêvajoya me hemûyan e. Divê têkoşîneke hîn xurt di vê demê de bê kirin.
Ronahi.tv
