SOMO: Dahata petrola Iraqê di du mehên borî de zêdetirî 2.3 milyar dolar e
Kompaniya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO), amara nû ya hinardekirina petrola xav a welêt ji bo mehên Gulan û Hezîrana borî belav kir. Li gorî amaran, di van du mehên borî de Iraqê zêdetirî 2 milyar û 335 milyon dolar dahat bi dest xistiye.
Kompaniya SOMO îro 28ê Tîrmeha 2026an aşkere kir, di van her du mehên borî de bi giştî 32 milyon û 114 hezar û 677 bermîl petrola xav hatiye hinardekirin. Dahata giştî ya ji vê hinartinê jî gihîştiye 2 milyar û 335 mîlyon û 537 hezar û 399 dolaran.
Di rapora SOMO’yê de dabeşkirina hinartina petrolê bi vî awayî hatiye nîşandan:
- Petrola Besrayê: 20 milyon û 238 hezar û 896 bermîl.
- Petrola Kerkûkê (bi rêya bendera Ceyhanê): 10 milyon û 311 hezar û 216 bermîl.
- Petrola Herêma Kurdistanê (bi rêya bendera Ceyhanê): 1 milyon û 564 hezar û 625 bermîl.
Ev amara nû ya hinardekirinê, piştî qonaxeke daketinê tê ku ji ber nakokiyên siyasî û pirsgirêkên lojîstîkî rû dabûn. Pisporên aborî di wê baweriyê de ne ku zêdebûna hinardekirina petrolê û bi taybetî berdewamiya hinardekirina bi rêya bendera Ceyhanê, dê bibe alîkar ji bo geşkirina dahata neteweyî û dabînkirina aramiya aboriya Iraqê.
K24
