Pereyê kevin nayê qebûlkirin û yê nû peyda nabe
Li Sûriyeyê dan û standina bi pereyê kevin 30‘ê tîrmehê (2026) bi dawî dibe. Li gelek parêzgehên Sûriyeyê êdî pereyên kevin nayên qebûlkirin û yên nû jî nayên peydakirin. Bi taybet 500-1000 lîreya kevin bi temamî nema tên qebûlkirin.
Banka Navendî ya Sûriyeyê duh ragihand ku heyanî 30`ê Tîrmehê dan û standin bi pereyê kevn derbasdar e û dibe were guhertin. Her wiha bankê da zanîn ku ji 31`ê tîrmehê 2026`an pereyê kevn nabe were bikaranîn.
Ji bo komkirina pereyê kevin jî bankê diyar kir ku ji 31`ê tîrmehê an heyanî 5 salan ew ê pereyên kevn kom bikin. Ji bo guhertina pereyên kevin jî got, divê herî kêm 100 kaxez be heyanî ku were guhertin.
Welatiyan dan zanîn ku gelek xwediyên dikanan êdî pereyên kevin qebûl nakin û vê yekê welatî tengav kirin.
Ji Hemayê Newar Debian got wî xwestiye bi 5 hezarê kevin pêdiviyên xwe bikire lê 3 dikandaran qebûl nekirine, lew ra ew neçar ma pereyên kevin bi yê nû biguhere.
Buşra Silêman jî got ajokerên servîsa pereyên kevin qebûl nakin û ew neçar maye pere bi yên nû biguhere da ku bikarbe rêwitiya xwe bidomîne.
Elî Sîcrî anî ziman ku pereyê nû li bazaran peyda nabe û daxwaz kir ku hinek dem bidin welatiyan heyanî ku pereyê kevin bigherînin.
Welatiyan daxwaz kirin ku dema hatiye diyarkirin mehekê dirêj bikin, heyanî ew pereyên kevn bigherînin.
Banka Navendî ya Sûriyeyê dest bi guhertina pereyê kevn kiriye û dixwaze di dema hatiye diyarkirin de pereyê kevn bi temamî bike yê nû.
Rudaw
