• Saturday, 07 February 2026
logo

Hevjîna Demîrtaş bo Serokê DMMEyê: Guhdariya me jî bike

Gulan Media September 7, 2020 Nûçe
Hevjîna Demîrtaş bo Serokê DMMEyê: Guhdariya me jî bike
Hevjîna hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, Başak Demîrtaş daxwaz ji Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano kir ku serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bike û derbarê rewşa giştî de guhdariya wan jî bike.

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano ku ev sê roj e li Tirkiyê hevdîtina dike û herî dawî serdana parêzeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kir, Başak Demîrtaş hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek arasteyê Spano kir û ew vexwend Amedê.

Başak Demîrtaş di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku Robert Spano ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, çend berpirsên hikûmeta Tirkiyê, serokên daraziya Tirkiyê û herî dawî ligel qeyûmê Şaredariya Mardînê re hevdîtin pêk anîn û helwesta wan guhdar kiriye.

Demîrtaş ji Spano xwest ku serdana Amedê jî bike daku rewşê ji wan jî guhdar bike dibêje: “Rêzdar Robert Spano, hevdîtin ligel Serokomar û berpirsên hikûmetê yên biryarên dadgeha we bicih nehanîne pêk aîn. Herî dawî dibînim ku te serdana qeyûma Şaredariya Mezin a Mêrdinê û serokên bajaran ên AKPê re kiriye û ligel wan hevdîtin encam daye. Mêrdîn û Amed cîranê hev in. Eger li Amedê bibî mêvanê min, ez dixwazin ji we re behsa dozên li DMMEyê yên hevjînê xwe Selahattin Demîrtaş û siyasetmedarên HDPê bikim.”

Başak Demîrtaş herwiha bo Spano dibêje: “Ez bawerim di heyama serdanê de derfeteke baş çêbûye ku hûn ji rayêdarên bizanin pêgeha hikûmetê çi ye. Ji bo rewşê ji me jî bizanîn, tenê saetek bes e guhdariya me bikî. Ez dixwazim bi mêvanperweriya Amedê pêwaziyê li we bikim.”

Rudaw
Top