Enqerê- Balyozxaneya Iraqê hat girtin
Balyozê Iraqê li Tirkiyê, Hesen Cenabî ragihand, di nava stafa balyozxaneyê de tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatiye tomarkirin, lewma biryara girtina avahiya balyozxaneyê hatiye dan.
Herwiha Hesen Cenabî diyar kiriye, ji îro ve heta 14ê Îlonê wate bo dema 8 rojan Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê girtî dibe.
Balyozê Iraqê li Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku berî vekirina balyozxaneyê û destpêkirina dubare ya kar û xebatan, ew dê pişkinînên Coronayê ji bo tevahiya karmendên xwe bikin.
Basnews
