• Saturday, 07 February 2026
logo

Sûriye bi awayekî defakto bûye sê perçe

Gulan Media September 7, 2020 Nûçe
Sûriye bi awayekî defakto bûye sê perçe
Piştî zêdetir ji 9 sal şerê navxweyî li Sûriyê, cografyaya wî welatî li ser sê beşan hatiye dabeşkirin. Beşek ji rûberê axa Sûriyê di kontrola hêzên hikûmeta navendî de ye, beşek di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û beşek jî di jêr desthilata Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Enqere piştevaniya wan dike.

Ji sala 2012ê ve û di heyama 6 mehên derbasbûyî de, li ser çeperên şer li Sûriyê ti guhertin çênebûye, herwiha piştî 5 salan ji destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ku di Îlona 2015 de dest pê kir, cografyaya Sûriyê li ser 3 navçeyên serdetiyê hatiye parvekirin ku beşek ji axa Sûriyê di kontrola hêzên hikûmeta navendî de, beşek di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û beşek din jî di jêr desthilata Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

Cografyaya Sûriyê ji 185 hezar km2 pêk tê, ji sala 2012 heta 2015 û di encma şerê navxwe de nexşeya serdestiyê bi vî awayî bû; % 10 ji rûberê Sûriyê di destê hêzên hikûmetê de bû, % 15 ji rûberê Sûriyê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû û herwiha % 45 ji rûberê Sûriyê di destê grûpên çekdar ên Opozisyonê de bû, û beşek jî di destê DAIŞê de bû.

Di nîvê sala 2015ê de şerê navxwe li Sûriyê gûr bû, şerê hêzên hikûmetê bi piştîvaniya Rûsyayê dijî grûpên çekdar, û şerê Hêzên Sûriyeya Demokrat HSDê bi piştîvaniya Amerîkayê dijî DAIŞê guhertineke diramtîkî di çeperên şer û tirazûya meydanê de çêkir, vî şerê gurr li ser hemû çeperan heta nîvê sala 2018ê berdewam kir, piştî grûpên Çekdar ên opozisyonê piraniya navçeyên xwe ji dest dan û DAIŞê jî piraniya erdê xelafeta xwe ya defakto ji dest da, nexşeya Sûriyê ji 2018 heta 2020 bi vî awayî ye:

Di encama şer de niha ji %63.38 hêzên hikûmeta Sûriyê ji rûberê welat kontrol dikin, ji %25.64 axa Sûriyê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD de ye û Tirkiye û komên çekdar ên opozisyonê jî ji %10.98ê rûberê welat kontrol dikin.

Ji aliyekî din ve, hevtêgihiştinên navdewletî ya di navbera Amerîka-Rûsya, Rûsya-Tirkiyê û Amerîka-Tirkiyê de, piştre agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê bûn sedema guhertina nexşeya serdestiya hêzan li Sûriyê di navbera 2018ê û 2020ê de, herwiha hatina Coronayê, kirîza aborî û cezayên Yasaya Qeyser ji aliyê Washingtonê ve bo ser Sûriyê kir, ku hemû hêzên şerker li cihên xwe bimînin, û Sûriyê li ser 3ê navçeyan dabeş bibe.

Rudaw
Top