Yuri Nabiyev: Min şîretên Serok Barzanî kirine bingeha karên xwe
Namzedê Kurd ê Parlamentoya Rûsyayê Yuri Nabiyev ji Rûdawê re got, “Min şîretên Serok Barzanî kirine bingeha karên xwe.”
Parêzer Yuri Nabiyevê ku yekemîn siyasetmedarê Kurd e ku ji Moskowê ji bo Parlamentoya Federal a Rûsyayê (Duma) bûye namzed, ji Rûdawê eşkere kir ku divê ji bo berjewendiyên stratejîk û aborî yên di navbera Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar were kirin.
Nabiyev her wiha got ku wî şîretên Serok Barzanî yên ji bo Kurdên li dervayî welat ji bo xwe kirine bingehê karên xwe.
Yuri Nabiyev parêzerekî bi eslê xwe Kurd ê navdar ê Moskowê û endamê partiya "Rûsyaya Dadperwer ji bo Rastiyê" ye.
Nabiyev di peyamekê de ku ji bo Rûdawê şandiye, behsa armancên xwe dike û dibêje:
"Dixwazim bi gotinên rêzdar Mesûdê Barzanî dest pê bikim ê ku dema xîtabî diyasporayên Kurd a li çar aliyên cîhanê dikir, bang dikir ku bibin 'sefîrên' gelê Kurd, bi netewe, ziman û çanda xwe bişirîn û her wiha gelê Kurd li welatên ku tê de dijîn bi awayekî layîq bidin naskirin.
Wî destnîşan dikir ku awa û tevgera her Kurdê li derveyî welat wêneyê tevahiya gel çêdike. Di heman demê de bang dikir ku em rûmet û rêzê li edet û kevneşopiyên wan gelan bigirin ku em li ser axa wan dijîn."
Yuri Nabiyev
Pêwendiyên Hewlêr û Moskowê
Nabiyev li ser rewşa niha ya Rûsyayê û pêwendiyên di navbera Moskow û Hewlêrê de ragihand:
"Îro Rûsya di bin dorpêça agahiyan de ye. Ew welatên ku li dijî Rûsyayê ne, 'Rûsofobiyayeke' rast belav kiriye ku ev yek bi temamî ne rast, bêbingeh û neadilane ye.
Di vê demê de bi taybetî girîng e ku em bi hestyarî nekevin nav alozî û girjiyeke giştî lê belê divê em li gorî berjewendiyên stratejîk, aborî û çandî yên hevbeş ên Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin.”
Namzedê Kurd destnîşan kir ku Rûsya ji bo gelek Kurdan bûye nîştiman û ti carî li ser bingeha nijad, netewe yan dîn nehatine çewisandin.
Wî got ku pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelên Rûs û Kurd de dikarin wekî mînak werin dîtin.
Yuri Şemîlyevîç Nabiyev û Serok Barzanî
“Ez kurê bavê xwe me”
Yuri Nabiyev di berdwamiya peyaman xwe de jî got:
“Ez kurê bavê xwe me, yê ku jiyana xwe pêşkêş û feda kir ji bo berjewendiya gelê Kurd û ji bo avakirina têkiliyên zexm ên dostane yên di navbera gelên Rûs û Kurd de. Ez vê rêyê berdewam dikim, wekî siyasetmedarekî Rûs ê bi eslê xwe Kurd.
Îro Rûsya di rewşeke astengiya agahiyan de ye. Welatên ku li dijî wê ne, Rûsofobiyaya rast belav kiriye. Ev tam nerast, bêbingeh û nelihev e. Di vê demê de taybetî girîng e ku em bi hestên xwe nekevin nava panîka giştî, lê li gorî berjewendiyên stratejîk, jeopolîtîk, aborî û çandî yên hevbeş ên Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin, bi taybetî ji ber ku Rûsya bûye welatê gelek Kurdan ku tu carî ne ji ber nijad, ne jî ji ber etnîsîte yan jî olê nehatine tepisandin û têkiliyên dîrokî di navbera gelên Rûs û Kurd de dikarin wekî nimûneyî bên binavkirin.”
Yuri Şemîlyevîç Nabiyev û Nêçîrvan Barzanî
"Şanazî û kêfxweşiyeke mezin e"
Daner Mistefayê ji nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Rûsyayê berê ji Rûdawê re gotibû ku ev yek cihê "şanazî û kêfxweşiyeke mezin e" ku parêzer Nabiyev ji aliyê Partiya Dadperweriyê ve ji bo hilbijartinên îsal ên Dumayê bûye namzed.
Daner Mistefa diyar kir ku berê jî di Dumayê de endamên bi eslê xwe Kurd hebûne lê ev yekemîn car e ku li herêma Moskowê Kurdek dibe namzed.
Yuri Nabiyev
Yuri Nabiyev kî ye?
Parêzer Nabiyev 45 salî ye û bi eslê xwe Kurdekî Êzidî ye. Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Rûsyayê biryar daye ku hilbijartinên parlamentoyê 18-20ê Îlona 2026an werin kirin. Di van hilbijartinan de dê 450 endam ji bo gera nû ya parlamentoyê werin hilbijartin.
Nabiyev sala 2024an jî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Moskowê bûbû.
Di wan hilbijartinan de li herêma 21ê, 6 hezar û 800 deng standin ku ev dike ji sedî 10,05ê tevahiya dangan û di nav namzedan de bûbû çaremîn.
Niha ev parêzerê Kurd ji bilî karê parêzeriyê, alîkarê yekî ji endamên Parlamentoya Federal a Rûsyayê ye û bi berdewamî di nav projeyên siyasî de cih digire.
Bavê Nabiyev, têkoşerekî Kurd ê navdar
Bavê vî parêzerî ku navê wî jî Yuri Şemîlyevîç Nabiyev e, di navbera salên 1953 û 2021ê de jiyaye.
Nabiyevê bav li bajarê Tbilîsiya Gurcistanê ji dayîk bûbû û li Rûsya û Yekîtiya Sovyeta berê yek ji çalakvanên navdar ên Kurd bû.
Wî gelek malperên girîng ên Kurdî yên wekî "Kurdistan.ru" û "Riya Taze" damezirandin ku xizmeteke mezin ji bo çand û dîroka Kurdan kirin.
Nabiyevê bav her wiha serokê Komeleya Dostaniya Gelê Kurd û Rûs bû û pêwendiyeke wî ya nêzîk bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re hebû. Ew gelek caran hat Hewlêrê û ji aliyê Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Daner Mistefa ji Rûdawê re got, "Nabiyevê kur jî li ser rêya bavê xwe diçe û dixwaze çand û nasnameya Kurdî biparêze û pira pêwendiyê ya di navbera gelê Kurd û Rûsyayê de xurt bike."
Li gorî serjimêriya fermî ya sala 2010an, li Rûsyayê nêzîkî 64 hezar Kurdan dijîn lê tê texmînkirin ku niha ev hejmar herî kêm gihîştibe 100 hezar kesî.
Rudaw
