Şandeyeke parêzgeha Hesekê çavdêrî li dergehê Nisêbînê kir
Di çarçoveya amadekiriyên bo vekirina dergeê Nisêbîn – Qamişlo, îro şandeyek li dergeh geriya.
Gerînedeya Ragihandinê ya Hesekê ragihand ku cîgirê Parêzgerê Hesekê Ehmed Hîlalî bi rêveberê dergehê Sêmalka Hemûd El-Hemûr, çûn dergehê Nisêbînê û rêveçûna kar şopandin.
Li gor wê, şandeyê çavdêrî li qonaxên amadekirinê wekî rakirina mayînan, paqijkirina cih, bi serperştiya Desteya Dergehan hat kirin.
Hîlalî got ku vekirina dergeh dê tevgera bazirganî, veguhestin û transîtê bi Tirkiyê û Iraqê re çalak bike-
Bi gotina wî, ji bo amadekariyên vekirina dergehê Nisêbînê xebatên amadekirina dergehê berdewam in da ku rêkarên teknîkî û îdarî temam bibin.
Ronahi.tv
